Komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Babê yê gundewarê Helebê hunermendek işkence kirin, li gundewarê Humsê jî alavên mûzîkê yên du hunermendên kurd şikandin.
Li herêmên di bin desthilatdariya Himkûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hunermend rastî astengkirin, girtin, lêdan û işkendiyê tên.
Komeme çekdar ên girêdayî hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, li bajarê Babê êrişî hunermendê bi navê Umer Xeyrî kirin. Umer Xeyrî ku li dawetekê distrand rastî êrişê hat. Endamê koma çekdar bi hênceta ku stran heram in, pora yê hunermend kur kirin, nivîs li ser rûyê wî nivîsîn û ew neçar kirin ku stranan Ii desthilata Şamê bêje.
Li bendeke kontrolê yê li ser rêya Humisê û Lubanê jî çekdarên hikûmetê hunermendên kurd Welat û Mistefra Hecî Nasir dema ku ji Bêrûtê vedigeriyan, asteng kirin û alavên wan ên mûzîkê şikandin.
Her du hunermenda li Helebê gilî kirin lê rayedarên ewlehiyê gefa girtinê li wan xwarin.



