Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump got, “Li ser daxuyaniyên gelekî tehrîkkar ê Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Dmîtry Medvedev min talîmat da ku 2 keştiyên nukleerê li herêmên guncav bên bicihkirin.”
Medvedev duh têkildarî Donald Trump wiha gotibû: “Divê di bîra Trump de be, Moskowa wekî çareya dawî ya aîdî dema Sowyetê xwedî behreyên êrîşa nukleerî ye.”
Li ser vê yekê Trump ket nava tevgerê.
Trump: “Ev gelekî tehrîkker û ehmaqî bû”
Trump li ser platforma xwe ya medyaya dijîtal bersiv da Medvedev, daxuyaniyên wî wekî “tehrîkker û ehmaqî” pênase kir û diyar kir ku wî li ser van gotinan, li beramberî îhtîmala ku ne tenê gotin bin talîmat daye ku du keştiyên nukleerî li deverên guncav bêne bicihkirin û wiha dewam kir: “Gotin gelekî girîn in û pir caran rê li ber encamên nayên xwestin vedikin; hêvîdar im ev ê nebe yek ji wan.



