Karwanê alîkariya mirovî yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye şandine, ji Şamê ber bi Siwêdayê ve bi rê ket.
Karwanê alîkariya mirovî ku ji aliyê Komeleya Mezopotamya ve bi desteka gel û saziyên Rêveberiya Xweser ve hatiye amadekirin, gihaşt Şamê.
Karwanê bi 55 ton madeyên xurekê bar kiriye û bi koordîneya Wezareta Kar û Barên Civakî û Xebatê ya hikumeta veguhêz, ji Şamê ber bi Siwêdayê ve bi rê ket.
Komeleyê bi daxuyaniyekê ragihandinbû ku ev alîkarî bersiva lezgîn a bangên alîkariyê ji bo malbatên mexdûr tê şandin, nemaze ji ber kêmbûna xwarinê û qutbûna xizmetan û koçberiya ji ber ambargoya li ser herêmê.



