Bi boneya salvegera 11’emîn a komkujiya gelê Êzdî KCK Û KNK daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî şermezar kirin û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.
Her wiha destnîşan kirin ku dîrokê ne tenê komkujî, di heman demê de berxwedan û qehremaniya gelê Şengalê jî nivîsandiye.
Bi boneya salvegera 11’emîn ya komkujiya li dijî civaka Êzdî li Şengalê pêk hatiye, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek belav kir.
KCK’ê qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û berxwedana civaka Êzdî silav kir û got;
“Tevî ku 11 sal di ser komkujiya Şengalê re derbas bûne lê hê jî êşa wê nehatiye pêçandin.
Di wê komkujiyê de bi hezaran Êzdî hatin kuştin û revandin.
Di kumkujiyê de DAÎŞ û hêzên li pişt wê armanc dikirin ku civaka Êzidî bi tevahî tune bikin.
Lê ev plan bi saya destwerdana dîrokî ya komeke Gerîla û berxwedana xelkê Şengalê hate têkbirin. ”
KCK: Divê hikûmeta Iraqê xweseriya Şengalê nas bike
KCK’ê bang li dewleta Iraqê kir ku pirsgirêka Şengalê li ser bingeha misogerkirina xwerêveberî û xweparastinê çareser bike.
KNK bi daxuyaniyekê komkujiya Êzdyan a 74’an şermezar kir
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da û got:
“Roja 3’ê Tebaxa 2014’an rojeke reş, tarî û hem jî xembar bû.
Di wê rojê de careke din fermana qirkirinê li ser xelkê me yê Êzdî pêk hat.
Li hember vê yekê Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzdî.
Gerîlayên HPG, YJA Star, YPG û YPJ’ê bi lezgînî mudaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin.”
KNK: Hêjî gef li ser Şengalê hene
KNK’ê diyar kir ku gefên li Şengalê bi dawî nebûne û got:
Hêzên tarî û dijminên Kurdan, dîsa jî di nava plan û plangeriyên reş de ne.
Dixwazin nasnameya Êzdî ji Şengalê paqij bikin û Şengalê ji Kurdistanê veqetînin.
Li ser vê yekê divê hemû Kurd hişyar bin û Êzîdxanê û Şengalê biparêzin.”
KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de hêvî kir ku bîranîna vê jenosîda ku bi serê xelkê Êzidî hatiye bibe wesîleya yekîtîya Kurdan.



