Tirkiye li dû pêkanîna projeyên xwe li Sûriyê ye.
Vê gavê behsa boriya Gazê ya Tirkiyê Sûriyê dike.
Wezîrê wê yê Enerejî û Çavkaniyên Xwezayî dibêje ku wan dest bi şandina xaza xwezayî bo Sûriyê kiriye.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku wan dest bi şandina gaza xwezayî ji bo Sûriyeyê kiriye.
Alparslan Bayraktar: Qeter û Ezerbeycanê di projeyê de cih girtine
Wezîrê Tirk diyar kir ew vekirina Xeta Boriya Xaza Xwezayî ya Tirkiye-Sûriyeyê pêk tînin û da zanîn Qeter û Ezerbeycanê jî di projeyê de cih girtine.
Alparslan Bayraktar: Em ji 8 xalên cuda ceyranê didin Sûriyê
Her wiha îdia kir ku ew ji sala 2017’an ve ewlehiya enerjiyê ya Efrîn û Îdlibê pêk tînin û da zanîn ew vê gavê ji 8 xalên cuda ceyranê didin Sûriyê.
Wî anî ziman ku gaza xwezayî ya ji bo santralên elektrîkê yên Helebê, divê bi xeta boriyan ji Tirkiyê were şandin.
Alparslan Bayraktar: Em ê xaza ezerbeycanê li ser Kilîsê re bidin sûriyê
Wezîrê Tirk diyar kir ew ê xaza ku ji Azerbeycanê tê bi ser Kilîsê re bidin Sûriyeyê.



