11 rêxistinin, tor û kampanyayên taybet yên di warê enfal û jenosîdê de kar dikin, di 11. salvegera fermana Şengalê de, xwestin ferman weke jenosîd bê naskirin.
Her wekî gotin divê encamên lêkolîna dosyaya Şengalê ji bo raya giştî were eşkerekirin û komên çekdar ku di parastina Şengalê de berpirs bûn, bên dadgeh kirin.
11 rexistin, tor û kampanyayan diyar kir ku divê Iraq Peymana Romayê îmze bike û di zûtirîn dem de tevlîbûna xwe ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî îlan bike.
Her wiha divê koçberên êzidî vegerin warên xwe û gorên komî werin vekirin.
Ji bo dîtina jin û zarokên ku çarenûsa wan nayê zanîn, xebat were bilez were kirin.
Her wekî çeteyê DAIŞ’ê yên vegeriyane, nêzî herêmên Şîe neyên bicih kirin û rûmeta Êzidiyan were parastin.



