Çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê agirbestê bin pê dikin û êrişî bajarokê Era yê rojavayê Siwêdayê kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên hikûmeta veguhêz ji devera di bin kontrola wan a rojavayê bajarê Era yê gundewarê Siwêdayê de, êrişî taxên şêniyan ên bajarok kir.
Çekdaran di êrişê de çekên navîn bi kar anîn.
Li hember vê yekê çekdarên durzî yekser bersiv da çavkaniya êrişê û hewldana ketina wan li nava taxan têk birin.
Çavdêriyê da zanîn ku bersivdana êrişî, hîna car caran dengên guleyan ji ber paqijkirina herêmê ji wan çekdaran li derdora bajarok û hedefgirtina nuqteyên çekdarên êrişkar tê bihîstin.
Duh jî, çekdarên hikûmeta veguhêz li goristana xiristiyanî bi cih bûn û guleyek hawinê avêt bajarok.
Lê tu agahiyên li ser ziyanên canî û madî nehatin parvekirin.
Hemwextî nebûna tu helwesteke fermî êrişên li dijî herêmê dubare dibin. Ev yek di nava şêniyan de metirsiyê çêdike.



