Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bi boneya salvegera komkujiya Şengalê peyamek weşand:
Talabanî diyar kir ev komkujî di dîroka mirovahiyê de rûpeleke reş e û got, “YNK wê herdem piştgiriya daxwazên Êzidiyan bike.”
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di peyama xwe de dibêje,
Di salvegera Jenosîda Êzidiyan ya li Şengalê de, em hevsozî û hevxemiya xwe ji bo xwişk û birayên Êzidî dubare dikin.
Ev sucê hovane ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatiye kirin, di dîroka mirovahiyê de rûpelek reşe û wê ti carî ji bîra me neçe.
Em hêvîdarim ku Êzidî bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.”
Talabanî destnîşan kir YNK wê piştgiriya daxwazên Êzidiyan bidomîne û got, “Divê Iraq tazmînata madî û manewî ji bo malbatên qurbaniyan bide û ji bo avakirina Şengalê bixebite.”



