Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro şaneyeke terorîst li Dêra Zorê, rê li ber komeke sivîlan girt.
Li gor daxuyaniyê, çekdarên şaneyê gule berdan û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Hêzên ewlekariyê: Li nêzî rêbenda me ya dirincê êriş çêbû
Hêzên ewlekariyê: Di encama guleberanê de sivîlek jiyana xwe ji dest da
Hêzên ewlekariyê: Me dest bi lêpirsînê kir
Hêzên Ewlekariyê got ku ev bûyer li nêzî rêbenda wan a li Dirincê pêk hatiye û di dema wan destwerdan kir, êrişkar reviyan.
Hêzên Ewlekariyê sersaxî ji malbata wî re xwest û piştrast kir ku lêpirsîn dewam dike da ku vê komê bigirin û radestî edaletê bikin.



