Hejmara qurbaniyên barana mûsonê ya giran a li Pakistanê, ku ji Hezîranê ve bandorê li welêt dike, gihîştiye 299’an.
Li gorî kanala televîzyonê ya dewleta Pakistanê PTV News, Desteya Rêvebiriya Karesatên Neteweyî (NDMA) derbarê mirinên ji ber baranên mûsonê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber lehî û barana ku ji 26’ê Hezîranê ve bandor li welêt kiriye, 299 kes, di nav de 140 zarok, mirine û 715 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêmên bandordar bi tevahî hezar û 676 xanî zirar dîtine, 562 ji wan bi tevahî wêran bûne.
Her wiha hat teqez kirin ku bi tevahî 2 hezar û 889 kes ji herêmên bandordar hatine derxistin û hewldanên alîkariya mirovî li herêmê berdewam dikin.
Di 28’ê Tîrmehê de, Desteya Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ragihand ku ji ber baranên dijwar ên berdewam 279 kes mirine û 676 kes jî birîndar bûne.
Baranên mûsonê, ku di navbera Hezîran û Îlonê de bandorê li Başûrê Asyayê dikin, her sal dibin sedema karesatên xwezayî û qezayên mezin.



