Komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye avakirin û îro civîna xwe ya yekemîn li meclisê pêk anî.
Serokê Meclisa Tirkiyê diyar kir xwişk û biratiya Kurd û Tirkan mijareke sereke ye û got, “Her gava ku bê avêtin û agahdarkirin wê zelal bê kirin û xebatên komîsyonê wê li pêş çavên gel be.”
Di çarçoveya Pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd de komîsyona li meclisê hatiye avakirin îro civîna xwe ya yekemîn pêk anî.
Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş di civînê de axivî û girîngiya pêvajoyê û erk û berpirsyariya komîsyonê nirxand.
Kûrtûlmûş: Komîsyon nêrîn û îradeya ji bo pirsgirêka bi dehan salan e
Kûrtûlmûş diyar kir komîsyon nêrîn û îradeyeke nû ya ji bo pirsgirêkeke ku bi dehan salan e û wiha got,
“Ev komîsyon, bangeke ji bo xurtkirina manewiyeta civakê, mayindekirina biratiyê, qebûlkirina cudahiyên xwe û xurtkirina jiyana hevpar e.
Êdî dema wê hatiye ku em derfet û hêza azadî, wekhevî û edaletê bi dengekî bilindtir biaxivin.”
Kûrtûlmûş: Xwişk û biratiya Kurd û Tirkan mijara sereke ye
Serokê meclisê da zanîn xwişk û biratiya Kurd û Tirkan mijareke sereke ye, her gava ku tê avêtin divê ji bo xurtkirina aştî û biratiya li vê erdnîgariyê be û got,
Kûrtûlmûş: Ev komîsyon cihê herkesê ku dengê xwe bilind bike ye
“Ev komîsyon, cihê her kesê dengê xwe bilind dike ye. Tenê bila peyvên me yên hevpar biratî û aştî bin.”
Kûrtûlmûş: Her gava ku bê avêtin û agahdarkirin wê zelal be
Kûrtûlmûş destnîşan kir her gava ku bê avêtin û agahdarkirin wê zelal bê kirin û xebatên komîsyonê wê li pêş çavên gel be.
Her wiha eşkere kir derheqê xebatên komîsyonê de tenê Serokatiya Meclisê wê bikare raya giştî û çapemeniyê agahdar bike û got,
Kûrtûlmûş: Komîsyon wê sererastkirina qanûnan pêşniyar bike
“Ev pêvajo, mijareke man û nemanê ye ku pêşeroja hevpar a Kurdan, Tirkan û hemû derdoran eleqedar dike.
Pêwîste ev pêvajo bi zemîna hiqûqî û civakî û bi zimanê siyasî bi baldarî were şopandin.
Yek ji berpirsyariyên komîsyonê ew e ku sererastkirinên qanûnî yên ku wê aştiyê mayinde bikin pêşniyar û amade bike.
Tirkiye wê bi aştî, hevgirtin, demokrasî û biratiyê bihêztir bibe. Em ê Tirkiyeyeke demokratîk ku her kes xwe tê de dibîne ava bikin.”


