Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di encama 2 êrişan de, 4 endamên wan li Dêra Zorê birîndar bûne.
Hêzên Ewlekariyê got ku îro saet 5’ê êvarî, komeke terorîst li bajaroka Hisêniyê, li ser motorsikiletkî, Endamekî Hêzên Ewlekariyê kirin armanc û di encamê de birîndar bû,
Li bajarokê “Ebrîha” jî yê Dêra Zorê îro saet 1’ê nîvro, komeke terorîst li ser motorsiklê bi çekên klaşnîkovê êrişî erebeyeke Hêzên Ewlekariyê kirin û 3 endamên wan birîndar kirin.
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku piştî êrişê, hêzên wan li cih û derdora cihê bûyerê, ketin tevgerê.
Hêzên Ewlekariyê piştrast kir ku êrişên bivî rengî dê wan ji erka parastina herêm û civakê dûr nexe.
LI DÊRA ZORÊ 4 ENDAMÊN HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BIRÎNDAR BÛN



