Îro jî çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê agirbesta li Siwêdayê binpêkirin
Çekdaran bi çekên giran gundewarê Siwêdayê topbaran kirin.
Çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê ku li dervera Mensora dimînin gule berdan bajarokê Etîl û zindana sivîl.
Şevê din jî çekdarên hikumeta veguhêz bi hawnan bajarokê Era topbaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR’ê ragihand ku di nava van her 3’ê rojan de di şerê li Siwêdayê 9 kes ji her du aliyan hatin kuştin.
Li Şamê Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz Durziyan ji kar derdixe
Li tenişta vê yekê Çavdêriya Sûriyê diyar kir ku ewlehiya giştî û alîgirên wê bi ser otêlên Buldan yên li Şamê de girtin û zext li xwediyê wê kir da ku durziyan ji kar biqewitînin.
Di dema serdegirtinê de jî gelek durziyên ku li otêlê bûn ji tirsa kuştin an jî girtinê revaiyabûn.



