Şaredariya Gel a bajarokê Topiz a girêdayî bajarê Amûdê dest bi xebatên zifkirina rêyên sereke yên di navbera gundên girêdayî bajarok de kir.
Li gorê rayedarên şaredariyê dê 3 rêyên sereke werin ziftkirin.
Rêya gundên Rengo û Çoldaran bi dirêjahiya 2 hezar û 300 metre, rêya di navbera gundên Hec Nasir û Çetelê de bi dirêjahiya 3 hezar û 350 metre û rêya di navbera gundên Um El Rebî û Tokî bi dirêjahiya 3 km werin ziftkirin.
Rêveberiya Şaredariya Topizê da zanîn ku xebatên ziftkirinê dê heta 25’ê vê mehê dewam bikin.



