Îro şandeya Kurdî ya ku di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hatiye diyarkirin civîna xwe ya asayî li dar xist.
Di civînê de geşedanên dawî yên li Sûrî û herêmê hatin nirxandin.
Her wiha, têkildarî hevdîtinên li gel Şamê rewşa amadekariyên dawî hatin nirxandin.
Dîsa, di çarçoveya belgeya Kurdî de ku di encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de derket holê, li ser pêşxistin, berfirehtirkirin û aktîvkirina xebatên şandeyê nîqaş hatin meşandin.



