Di rewşa tevlihev ya li Sûriyê de daxwaz û hêviyên çareseriya aloziyê zêdetir dibin.
Şêniyên Dêrazorê jî ji bo çareseriya pirsigrêkan daxwaza nenavendiyê dikin.
Di destpêkê de hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê yê bajarê Hecînê yê Dêrazorê Yehya El Elî da zanîn ku di rewşa heyî pêwîstî bi çareseriyeke mayînde ya mafên hemû pêkhateyan biparêze heye û got:
“Baweriya me bi demokrasiyê tê.
Yekane rêya çareseriyê sîstema rêveberiya xweser e.
Nenavendî dikare bibe rêya çareseriya tevahî aloziya Sûriyê.”
Her wiha Endamê Meclisa Bajarê Hecînê Seed El Mehmûd jî li ser sîstema rêveberiya xweser ya ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş wiha got:
“Rêveberiya Xweser mafên hemû pêkhateyan diparêze.
Berevajî sîstema navendî ya hemû beşên civakê paşguh dike.”
Di dawiyê de jina bi navê Rewa El Xilêf jî li ser mijarê ev tişt anî ziman:
“Gelek kes ji nenavendiyê ditirsin, wê wekî parçebûna Sûriyê pênase dikin.
nenavendî çareseriyê bi xwe re tîne.
Sîstema navendî welat gihand vê asta xerab.”



