Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên Efrînê 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilşêr Heleb û Welîd Ehmed oxir kirin. Şêniyan teqez kir ku berxwedana şehîdan ê di bîra şêniyên herêmê de bimîne û soza domandina rêya wan a parastina ewlehiya herêmê.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên Efrînê cenazeyên 2 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Helebê, Dilşêr Heleb (Mihemed Elî Kastan) û Welîd Ehmed, oxir kirin.
Herdu şehîd di demên cûda yên meha Tebaxê de dema ku erkên xwe pêk dianîn, şehîd bûn.
Karwanê şêniyan ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd ber bi pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şeqeyifê ve bi rê ket.
Li wir, bavê şehîd Cîger û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ekrem Şêxo teqez kir ku şehîd bingeha ku netewe li ser ava dibin in û ew kesên ku nasname û rûmeta xwe bi xwîna xwe diparêzin in.
Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ferhad Kobanê diyar kir ku şehîd Dilşêr û Welîd bi dilsozî û bê dudilî erkê xwe pêk anî û bi xwîna xwe îspat kir ku parastina ax û civakê emanetek e ku divê neyê paşguhkirin.
Her wiha, hevjîna şehîd Welîd, Remziye Şêx Salih bi dilekî şewat behsa pabendbûna hevjînê xwe bi nirxên têkoşînê û helwesta wî ya bi îsrar a piştî şehadeta kurê xwe kir.
Wesîqeyên şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Şêx Qember ve hatin xwendin.
Piştre cenazeyên wan bi tilîliyên dayikan hatin oxirkirin



