Meclîsa Jinan a Komaleyên Demokratîk ên Elewiyan û Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Elewî ji bo xebatên destûra nû û aştiyê yên li Tirkiyê têne kirin, daxuyaniyek dan.
Jinên Elewî destnîşan kirin ku destûreke nû ya ku li ser bingeha aştî, heqîqet û hemwelatîbûna wekhev esas digire êdî bûye neçariyeke û gotin: “Em di pêvajoya destûra nû de amade ne ku bibin xwedî gotin û bibin hêza hilgirê aştiyê.”
Meclîsa Jinan a Komaleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Elewî (DAKB), li ser xebatên destûra nû û aştiyê yên li Tirkiyê têne kirin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi sernavê “rizayetî mafê me ye: Ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û aştiyê, daxuyaniya jinên Elewî ya li ser destûr û aştiyê” ye.
Jinên Elewî: Em amade ne ku barê aştiyê bigirin ser xwe
Di daxuyaniyê de jinên Elewî ragihandin ku ew amade ne beşdarî vê pêvajoyê bibin û gotin:
Em jinên Elewî, li vî welatî bi sedsalan şahidên şer, qirkirin, komkujî û polîtîkayên înkarê ne.
Aşitî, ne tenê bêdengkirina çekan e; ew bi rûbirûbûna êşên dîrokî yên civakan û bi bingeha wekheviyê ji nû ve avakirina civakê ye.
Em jinên Elewî, xebatên destûr û aştiyê yên li Tirkiyê têne kirin bi baldarî dişopînin.
Em daxwaz dikin ku ev pêvajo li ser bingeheke civakî ya rastîn bê avakirin û bi wekheviya zayendî û azadiya baweriyê bê xurtkirin.
Jinên Elewî: Divê wekheviya zayendî di destûra nû ya Tirkiyê de hebe
Her wiha di daxuyaniyê de jinan ev daxwaz ji destûra bingehîn kirin:
- Wekheviya Zayendiya Civakî
- Di Destûra Bingehîn de Qedexekirina Tundiya li Dijî Jinan were bi dawî kirin.
- Temsîla Jinan, Beşdariya Siyasî û Mekanîzmayên Biryarê.
Jinên Elewî daxwazên xwe yên bawerî û civakî jî wiha bi lêv kirin:
- Hemwelatîbûna Azad û Wekhev
- Cihên Baweriyê û Bîra Civakî
- Di Perwerdê de Wekhevî û Azadiya Baweriyê
- Mafên Çandî yê Riyên Elewî
- Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Edalet
- Têkiliya Xweza û Baweriyê
- Temsîla Demokratîk û Wekheviya Jinan
- Mafên Mirovan û Reforma Hiqûqa Cezayê
Di dawiya de Meclîsa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) û Yekîtiya Jinên Demokratîk ên Elewî (DAKB) dibêje:
Jinên civakeke ku di tariya şer de heqîqetê hildigire, li dijî înkarê berxwedan dike û bîra xwe winda nake ne.
Destûra nû divê vê bîrê nas bike, bi hemwelatîbûna wekhev bê tacîdarkirin û aştiyê bi hiqûqê garantî bike.



