HPG’ê Fermandar Elî Serhed bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku çawa ku fermandarê wan yê fedayî Hevrê Elî ji bo parastina şervanên xwe her tiştê xwe feda kir, ew ê jî bi heman awayî li ser xeta fedayitiyê bimeşin.
HPG’ê soza soza şopandina riya şehîd Elî Serhed heta pêkanîna armancên wî da.FILM::
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê nasnameya Fermandar Elî Serhed eşker kir.
HPG’ê da zanîn ku Hevrê Elî di 29’ê Kanûna 2024’an de dema ku hewl da êrîşeke dijmin pûç bike, weke her carê bi wêrekiya xwe pêş ket û ji bo parastina şervanên xwe rîskek mezin girt û gihîşte şehadetê.
Derbarê têkoşîn û xebata şehîd Elî de HPG’ê got:
Bi hezaran mîlîtanên ku ji bo azadiya gelê me û jiyana bi rûmet tevlî refên berxwedanê bûn.
Hevrêyê me Elî, yek ji mîlîtanên bêwestan yên vê karwanê û endamê Hêzên Taybet bû ku ji roja tevlî refên têkoşînê bû.
Hevrêyê me Elî li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê ku bi berxwedanên dîrokî û welatparêziya kûr tê zanîn, ji dayik bû.
Di sala 2014’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.
Gerîla Elî heta kêliya şehadeta xwe, bi kesayetiya xwe ya dilsoz, rast û kedkar, bi girêdana xwe ya bêhempa ya bi Rêbertiya me, şehîdên me û nirxên azadiyê re, fedayiyekî bijarte bû.
Wî xwe di hemû xebatên şoreşa me de xwe berpirsiyar didît û bi girtina berpirsiyariyên girîng.
Her tim qadên têkoşîna herî dijwar hilbijart û hewl da barê hevrêyên xwe sivik bike.
Hevrê Elî di her xebatê de bi ciddiyet û hesasiyeta xwe dihat nasîn. Fedayiyên Apoyî wekî keleha berxwedanê navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand û hê jî di berxwedana destanî ya serdema me de pêşengî dike.
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.
Nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Nasnav: Elî Serhed
Nav û paşnav: Gurkan Ogmen
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayik-bav: Medya-Abdulkadîr
Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Kanûna 2024 / Zap



