Li çiyayê Volkanîk a bi navê Semeru ya li rojhilatê Girava Java ya Endonezyayê du teqîn çêbûn.
Li gorî nûçeya Antara News, rayedarên Ofîsa Çavdêriya Volkana Semeru ragihandin ku Semeru di saet 05:24’an de bi dema herêmî teqiya.
Her wiha rayedaran diyar kirin ku toza ji ber teqînê derketiye 600 metreyan bilind bûye û ber bi bakur-rojhilat ve diçe.
Rayedaran da zanîn ku piştî teqîna yekem, teqîneke din li çiyayê Volkana Semeru di saet 10:08’an de bi dema herêmî çêbûye, û toza volkanîk gihîştiye bilindahiya bi qasî 600 metreyan.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li Endonezya, nêzîkî 130 volkanên çalak hene.



