Hikûmeta Japonya ragihand ku hejmara welatiyên Japonî li welêt li gorî sala borî bi qasî 908 hezar kêm bûye û daketiye 120 milyon û 653 hezar.
Li gorî Kyodo News, Japonya ji sala 1968’an vir ve daneyên nifûsê bi karanîna rêbaza heyî hesab dike.
Li gorî vê, hejmara welatiyên Japonî yên li welêt li gorî sala borî bi qasî 908 hezar kêm bû û daket 120 milyon û 653 hezarî.
Ev kêmbûna nifûsê ya herî mezin bû ku heta niha li welêt hatiye tomarkirin.
Tê gotin ku pîrbûna civakê û kêmbûna rêjeya jidayikbûnê di kêmbûna nifûsê de bi bandor in.
Li gorî daneyên çavkaniya vekirî, nifûsa giştî ya Japonyayê 123 milyon û 800 hezar e.



