Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja Înê li Qesra Spî mazûvaniya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan bike.
Berdevka Srokwezîrê Ermenistanê Nazeli Baghdasaryan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Facebookê daxuyaniyek da.
Berdevk diyar kir ku Paşinyan dê di 7-8’ê Tebaxê de serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.
Berdevk destnîşan kir ku di dema serdanê de, Paşiyan dê bi Trump û Aliyev re bicive da ku li ser aştiya herêmî û hevkariya aborî biaxivin.
Li gorî rojnameya Washington Post, rayedarên Qesra Spî yên ku navê wan nehatiye eşkerekirin diyar kirine ku di hevdîtina Trump bi Aliyev û Paşînyan re dibe ku peymanek aştiyê ya muhtemel di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de were ragihandin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye Azerbaycan û Ermenistan piştî Şerê Qerebaxê li ser pêşniyara Bakûyê dest bi danûstandinên aştiyê kirin, di Adara 2025’an de li ser metna peymana aştiyê li hev kirin.



