Li Siwêdayê ji aliyekî ve şer tê kirin li aliyê din jî rewşa mirovî her diçe zehmet dibie.
Ev 3 roj in piraniya firinên taybet ji ber nebûna ard û mazotê naxebitin.
Çavderiya Mafê Mirovan ya Sûriyê bîlançoya şerê dawî, êrişên Îsraîlê û darvekirinên meydanî li Siwêdayê û gundewarên wê par vekir.
Li gorî çavderiyê bi giştî heta niha Hezar û 568 kes hatin kuştin.
Li aliyê ji ber dorpêçê derman nayên dîtin nexwşxane ji kar sekinîne. Ji ber vê nexweş jiyana xwe ji dest bidin bi taybetî nexweşên penceşêrê.
Ji 13’ê Tîrmehê ve çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrişî Siwêdayê dikin.
Di van êrişan de bi sedan kes hatin kuştin, jin û zarok jî hatin revandin.
Ne tenê rewşa şer li pêş e, her wiha ji ber ambargoya ku hikûmetê daniye ser bajêr, rewşa mirovî aloz û zehmet bûye.
Hikûmeta Veguhêz kelûpel, av, mazot û alîkariyên mirovî li ser bajêr qedexe kirine.
Li Siwêdayê ji ber nebûna ard firin ji xizmetê derketine
Ev 3 roj in ji ber xelasbûna ard û sotemeniyê piraniya firinên taybet ên Siwêdayê rawestiyane, nan li ser şêniyan pir kêm bûye.
Tê çaverêkirina ku dê di 48 saetan de bi rêya rêxistinên navneteweyî, 2 beşên ard bigihêjin Siwêdayê û dê li firineyan werin belavkirin.
Li Siwêdayê ev mehek e nexweşên penceşêrê bê derman in
Ji ber dorpêça li ser Siwêdayê ev mehek e nexweşên penceşêrê bê derman in.
Di vê derbarê de Rêveberê Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê Dr. Ednan Muqeled bi daxuyaniyekê bang kir û got:
Komeleya nexweşên penceşêrê: 1350 nexweş li benda derman in
Pêwîst e demeke zû de derman ji bo hezar û 350 nexweşî werin dabînkirin.
Li dijî dorpêçê xelkên Siwêdayê xwepêşandanek li dar xist
Li hemberî dorpêça li ser Siwêdayê xelkê gundê El Qeriya nerazîbûna xwe nîşan dan û xwepêşadanek li dar xistin.
Xelkê di xwepêşandanê de bang kirin ku siyaseta birçîhiştin û qirkirinê ya ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz tê meşandin, were bidawîkirin.


