Duh-roja çarşemê Nûnerê Taybet yê Trump ê Rojhilata Navîn û Serokê Rûsyayê Pûtîn li Moskowê hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinê ji bo çareseriya şerê li Ûkraynayê niqaş hate kirin.
Trump ragihand ku hevdîtin encamgirtî buye. Her wiha diyar kir ew dixwaze di rojên pêş de bi Pûtîn re hevdîtinê bike.
Duh Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff li Qesra Krmlînê ya Mosko bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk anî.
Hat ragihandin hevdîtinê sê saetan dewam kiriye.
Şêwirmendê karên derve yê Pûtîn Yurî Ûşakov ragihand ku Pûtîn û Witkoff derbarê şerê li Ûkraynayê de hevdîtineke çêker pêk anîne û başkirina têkiliyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî niqaşkirine.
Trump: Hevdîtina Pûtîn û witkoff encamgirtî bû
Serokê Amerîkayê Trump jî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û ragihand Witkoff bi Pûtîn re hevdîtineke encamgir pêk anîye.
Her wiha diyar kir pêşketinên girîng hatine bi destxistin û got, “Piştî wê min hevalbendên me yên Ewropî agahdar kir. Herkes xwedî nêrîna hevpare ku ev şer bi dawî bibe. Emê roj an jî hefteyên pêş de ji bo vê bixebitin.”
Medya Amerîka: Trump dixwaze bi Pûtîn re hevdîtina rû bi rû bike
Rayedarekî Amerîkî jî ku ji rojnameya The New York Times’re axivî eşkere kir ku Trump xwestiye di hefteya pêş de bi Pûtîn re hevdîtina rû bi rû bike.
Piştî hevdîtina Pûtîn û Trump wê civîna sê alî pêk were
Hat ragihandin piştî vê hevdîtina muhtemel Trump wê bi beşdarîya Serokdewletê Ûkrayna Zelensky û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn re civîneke sê alî pêk bîne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rûbio jî eşkere kir, beriya hevdîtina Trump û Pûtîn divê gelek astengiyên ku hene divê ji holê bên rakirin.
Kremlîn: Di rojên pêş de wê di navbera Pûtîn û Trump de hevdîtin pêk were
Li aliyê din Kremlînê jî ragihand ku ji bo hevdîtina di navbera serokê Amerîkayê Trump û Serokdewletê Rûsyayê di rojê pêş de pêk were lihevkirin pêk hatiye.
Şêwirmendê karên derve yê Pûtîn Yurî Ûşakov derbarê mijarê de daxuyanî da û diyarkirin xebatên têkildarî civînê dewam dikin.
Ji bo agirbestê dema ku Trump ji bo Pûtîn diyar kiriye roja înê diqede
Li aliyê din ji bo agirbestê dema ku Trump ji bo Pûtîn diyarkiriye roja înê diqede.
Tê diyarkirin eger şerê li Ûkraynayê nesekine Washington wê bacên giran û pêkanînên aborî li Mosko ferz bike.



