Ji dema hilweşîna rejîma beasê ve, li gel tundî û aloziyê, nêzî 10 hezar sûriyeyî hatine kuştin.
Di nav de 396 zarok û 541 jin, 7 hezar û 449 sivîl bûne qurbanî.
Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve ango ji roja hilweşîna rejîma Beşar Esed ve, 9 hezar û 889 sûrî hatine kuştin.
Ev bîlanço ji aliyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ve hat piştrastkirin.
Navend dibêje ji nava wan kesên hatine kuştin, 2 hezar û 535 kes li meydanan hatine guleberankirin.
Her wekî bi dehan kes di girtîgehên hikumeta veguhêz de, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane.
Di nava bîlançoyê de, endamên ji rêxistinên çekdar û terorî ên wek çeteyên DAIŞ’ê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî hebûn.
Li kêleka wê jî di êrişên Îsraîlê û dewleta Tirk de jî kuştî çêbûn.



