Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatiye avakirin de got,
“Em di qonaxeke gelek krîtîk de ne, divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.”
Ayşegul Dogan derbarê pêvajoya aştî û civaka demokarîk û komîsyona hatiye avakirin de li navenda giştî ya partiyê a li Enqerê daxuyanî da.
Ayşegul derbarê avabûna komîsyonê de got:
“Ev rewşa nû, girîng e. Em niha di qonaxeke gelek krîtîk de ne û divê têkoşîna hevpar bê meşandin.
“Em di qonaxa avakirina aştî, azadî û demokrasiyê de ne”
Xebatên di vê çarçoveyê de tên kirin, pêwîste çêker bin. Ne tenê komîsyon, divê weke siyaset û civak em bi hevre van pirsgirêkan çareser bikin.”
Her wiha diyar kir divê ev qonax weke qonaxa avakirina aştî, azadî û demokrasiyê bê dîtin û got,
“Ev pêvajoya guherîn û veguherînê ya her du aliyan e”
“Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasî, wekhevî, xwişk-biratiyê heye. Girîng e ku pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo sererastkirinên qanûnî divê xebat bên kirin.
Divê ev pêvajo weke pêvajoya guherîn û veguherîna her du aliyan were nirxandin.”



