Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed axaftina destpêkê ya konferansê pêşkêş kir.
Îlham Ehmed diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyê de tê lidarxistin, lewra berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin û bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin û wiha anî ziman:
“Konferans di pêvajoyeke dîrokî ya Sûriyê de tê lidarxistin”
Ev konferans wek serekftineke siyasî ya gel pênase dike ku armanc jê “diyarkirina pêşeroja Sûriya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.
Îlham Ehmed diyar kir ku beşdariya nûnerên herêmê di konferansê de cewherê proseya siyasî û destûrî ye û wiha dewam kir:
“Bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak Sûriyeya nû ava nabe.”
Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku piştî salên dirêj ji desthilatdarî û înkarê ev konferans bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê û siyasetê vegerîne wateya wê ya exlaqî.



