Îro li bajarê Hesekê li taxa Xiwêran konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê diçe.
Nêzî 500 kesayetên siyasî, şêxeşîr, oldar, leşkerî û civakî beşdarî konferansê bûn.
Beşdaran teqez kirin ku ew ê bi hevgirtina xwe yekîtiya axa Sûriyê biparêzin û rê li ber derxistina fitneyan bigirin.
Di konferansê de şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD, MSD, partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekîtiya Suryan, TEV-DEM, ENKS û şêx Murşîd El Xeznewî amade bûn.
Di konferansê de li ser navê saziyên leşkerî û siyasî axaftin werin kirin.
Her wiha di konferansê de peyamên nûnerên Durzî û Elewiyan ji bo pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin xwendin.
Konferans wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.



