Wednesday 2026/06/10
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Sîpan Hemo pêşketinên li Sûrî, siyaseta hikumetê û rewşa QSD’ê nirxand

August 8, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Sîpan Hemo pêşketinên li Sûrî, siyaseta hikumetê û rewşa QSD’ê nirxand
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sîpan Hemo diyar kir armanca wan avakirina Sûriyeke demokratîk û pir-reng e û got: “Di mijara entegerasyonê de, pêwîste alî îrade û nasnmeya hevdu qebûl bikin. Armanca ew e ku QSD bibe hêza parastiya hemû Sûriyê.
Lê eger di nêzîkatiya otorîter û navendî de isra bê kirin wê QSD nebe beşek ji artêşa Sûriyê.”
Sîpan Hemo da zanîn armanca wan ya sereke ew e ku bibin hêza bingehîn ya artêşa Sûriya demokratîk.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê Sîpan Hemo derbarê pêşketinên li Sûriyê, siyaseta hikumeta veguhêz, mijara entegrasyonê û daxwazên gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji malpera NuMedya24 re axivî.

SÎPAN HEMO: QSD JI BO AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK TÊDIKOŞE

Sîpan Hemo diyar kir hebûna QSD’ê ji bo Sûriya nû modeleke û wiha got,

“QSD, li gorî Sûriyeke ku hemû pêkhate azad û wekhev bijîn hatiye birêxistinkirin. Armanca sereke ya QSD’ê parastina hemû gelên Sûriyê ye.

A herî girîng jî, ji bo avakirina Sûriyeke ne-navendî têdikoşe.”

Hemo da zanîn QSD’ê piştî hilweşîna rejima Baas’ê ragihandiye ku ew alîgirê avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk in û weha dibêje:

“Desthilata Şamê dixwaze Sûriyeke otorîter û navendî ava bike”

“Me eşkere ragihand ku em dikarin bibin beşek ji artêşa Sûriya nû. Hêzên ku niha li Şamê bûne desthilat û li dijî me ne, dixwazin Sûriyeke navendî û otorîter ava bikin.

Armanceke wan ya avakirina modelekê, ji ya rejima Baas cuda nîne. Tenê nav guherîye, Ehmed el Şera derbasî şûna Esed buye, HTŞ derbasî şûna Baasê buye.

Lê tevî van pirsgirêkan jî QSD wê ji armanca xwe ya avakirina welatekî demokratîk û pir-reng venegere.”

“Di mijara entegrasyonê de divê alî îrade û nasnameya hev qebûl bikin”

Derbarê entegrasyonê de jî Hemo diyar kir Şamê heta niha wateyeke rast û girîng li vê mijarê barnekiriye û got:

“Di mijara entegerasyonê de, pêwîste alî îrade û nasnmeya hevdu qebûl bikin. Eger ev bibe, wê her du hêz bibin yek. Eger aliyek ji yê din re bibêje, ‘Beşdarî min bibe bila her tişt weke berê be’ Em hebûna te û nasnameyên komên din nasnakin û bi vî rengî bixwaze Sûriyeke navendî ava bike, ev nabe entegrasyon û ferzkirina teslîmîyetê ye.”

“Êrişên li dijî Elewî û Durzîyan provaya êrişên li dijî Kurdan bû”

Hemo êrişên li dijî Elewî û Durziyan jî nirxand û anî ziman êrişên li dijî van herêman provaya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd bû.

“Tevî van polîtîkayên hikumeta Şamê jî hem QSD û hem jî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide peymana 10’ê Adarê pêk bînin. Lê li hemberî van hewldanan me heta niha ji rêveberiya Şamê helwesteke erênî nedîtiye.”

“Em piştgiriya danûstandinan û çareseriya aştiyane dikin”

Endamê Fermandariya Giştî yê QSD’ê diyar kir ew pêvajoyê û helwesta rêveberiya Şamê ji nêzîk ve dişopînin û piştgiriya rêbaza danûstandinê û çareseriya aştiyane dikin.

Sîpan Hemo: Li dijî komplo û êrişan em tedbîrên xwe digirin

“Divê neyê ji bîrkirin em hêzeke parastinê ne û hewl didin gelên Sûriyê biparêzin. Bi qasî em dibînin hesabên tasfîyekirina hêzên me tên kirin. Dibe ku hikumeta veguhêz ya Şamê bi komplo û provakasyonan li djî herêmên me hin êrişan bike. Li hember êrişên ku ji her hêlê ve werin em tedbîrên xwe digirin.”

“Armanca me ew e bibin hêza bingehîn ya artêşa Sûriya demokratîk”

Sîpan Hemo da zanîn armanca wan ya sereke ew e ku bibin hêza bingehîn ya artêşa Sûriya demokratîk û got:

“Eger Sûriyeke demokratîk ava bibe wê ji bo vê jî artêşeke nû ava bibe. QSD ji hemû hêzên din zêdetir ji bo vê amade ye. Eger artêşa ji bo xizmeta welatekî demokratîk ava bibe, wê çekên di destê me de jî bibin çekên hevbeş yên Sûriyê.”

Previous Post

NÛÇE JIN

Next Post

HPG: Tevî biryara agirbestê êrişên dewleta Tirk didiomin

Weşana girêdayî

Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Til Temirê 65 donim genim û 10 donimên darên zeytûnê şewitîn

Şandeya zanîngeha Kobanê bi Prof. Dirk Ruchtus re civiya
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şandeya zanîngeha Kobanê bi Prof. Dirk Ruchtus re civiya

Li Hesekê ji bo Parastina jîngehê belavok hatin belavkirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Hesekê ji bo Parastina jîngehê belavok hatin belavkirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye