Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin.
HPG diyar kir ku ji 24’ê Tîrmehê heya 7’ê Tebaxê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê nesekinîne.
Di daxuyaniyê de ev hûrgûlî hatin parvekirin:
24’ê Tîrmehê tunelên li Qada Berxwedanê ya herêma Xakurkê 4 caran,
25, 27, 28 û 30’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Berê Zînê ya herêma Xakurkê 22 caran,
Di navbera 24’ê Tîrmehê -3’ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 32 caran bi çekên giran û hewanan hatin bombebarankirin.
Her wekî di navbera 27’ê Tîrmehê – 7’ê Tebaxê li ser Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê liv û tevgera keşfe ya ÎHA û SÎHA’an hebû.
Di navbera 24’ê Tîrmehê – 7’ê Tebaxê, li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi armanca dagirkirinê rê hatine çêkirin.



