Gorî raporekî ji malpera Al-Monitor diyar kir ku hevrikiya Tirkiye-Fransa navbeynkariya di navbera Şam û bakur û rojhilatê Sûriyê de ya bi pêşengiya Amerîkayê asteng dike.
Li gorî raporê, Enqere zextê li Şamê dike ku hevdîtinên plankirî yên li Parîsê betal bike, ji ber ku ditirse ku piştgiriya Fransayê hevsengiya danûstandinan bi berjewendiya şandeya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biguhere.
Li gorî agahiyên 3 berpirsên herêmî ji Al-Monitor re, Tirkiye zextê dike da ku rê li ber civîneke plankirî ya di navbera şandeyeke ji bakurê rojhilatê Sûriyê û berpirsên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de, ku wezîrê derve yê Sûriyê Esed Şeybanî serokatiya wê dike, li Parîsê bigire.
Al-Monitor ragihand ku serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo Şamê roja Pêncşemê û hevdîtina wî bi Serokê hikumeta veguhêz Ehmed El-Şaraa re bi qesmî li ser vê hewildanê bû.



