Li ser rêya di navbera taxên Bab Toma û Diwêla yên Şamê de, kesek di hundirê erebeya xwe de bi guleyê hat kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê kesê hatiye kuştin ji bajarokê Ciba yê Quneytîrayê ye.
Ew kes berê leşkerê hêzên rejîma Bais bû, lê di aliyê ewlehiyê de pirsgirêkên xwe çareser kiribûn.
Ev bûyer, di çarçoveya kiryarên tesfiyekirin û kuştinên bi awayekî rojane li xaka Sûriyê de li ser bingeha mezhebî yan jî girêdanbûnê pêk tên.
Li hember van kiryaran hesab-xwestin tune ye.



