Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hate avakirin civîna xwe ya dumenîn lidarxist.
Serokê meclisa Tirkiyê got, “Komîsyon, fersendeke dîrokî ye. Em mecbûr in pêvajoyê li gorî bendewariyên gel bi baldariyeke mezin birêve bibin.”
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ku di destpêka civînê de axivî, diyar kir ji bo êdî careke din li ser çek, şer û pevçûnan neyê axaftin, ji bo pêkanîna aştî û xwişk-biratiyê, erkeke dîrokî dikeve ser milê komîsyonê.
Kûrtûlmûş: Em mecbûrin pêvajoyê li gorî bendewariyên gel bi baldarî birêve bibin
Kûrtûlmûş da zanîn ji bo ev firsenda dîrokî baş bi kar bînin, divê gavên xwe pir bi baldarî biavêjin û nêrînên xwe pir bi zelalî vebêjin û got:
“Ev komîsyona li vê eywanê ku nûnertiya gelê me dike. Li Tirkiyeyê çav û guhê her kesî li vê komîsyonê ye. Em mecbûr in pêvajoyê li gorî bendewariyên gel û bi baldariyeke mezin birêve bibin.”
Komîsyon, piştre ji çapemeniyê re girtî domiya.
Hate ragihandin Serokê MÎT’ê, Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Parastinê wê di civînê de agahiyan parve bikin.



