Di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de peyamên “çarenûsa hevbeş, yekitî û tevkariya avakirina welat” hatin dayîn.
Ji bo pergaleke ne-navendî ya demokratîk jî bang hat kirin.
Di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nûnerên gelek saziyên siyasî, leşkerî, ewlehî û yên pêkhateyên herêmê axivîn.
Rêveberiya Xweser: Projeya me ji rêgeza hevkarî û naskirina hevbeş dest pê kir
Li ser navê Rêveberiya xweser, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hisên Osman got;
Modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir ku avakirina Sûriyeke azad û demokratîk ji bilî hevgirtina pêkhateyan û yekhelwestiyê ne-pêkan e.
Ji bo wê divê di vê qonaxa hestiyar de, em li dijî mezhebperestî û nijadperestiyê tevbigerin.
MSD’ê banga lidarxistina kongreya nîştimanî ya Sûriyê kir
Her wekî MSD jî peyma xwe di hundirê Konferansê de da.
Hevseroka wê Leyla Qereman diyar kir ku ev konferans digel qonaxa hestiyar de, pir girîng e û ji tevan tê xwestin ku parçebûnê red bikin û girîngiyê bidin siberoja welat.
Leyla Qereman banga lidarxistina kongreya niştîmanî ya Sûriyî ya berfireh kir.
Wê tekez kir “Sûriyeya ku em hêvî dikin, bi şer û tolhildanê nayê avakirin.
Lê bi lihevhatina niştîmanî, beşdariya tevahiyan û wekheviya di nava tevahî pêkhateyan de, tê avakirin.”
“Nenavendîbûna demokratîk pêwîstiya hebûnê ye”
Şêx Murşîd El Xeznewî jî diyar kir ku jiyana hevbeş ji bo wan ne dirûşme ye, lê belê tevkariya rasteqîn a biryar û çarenûsê ye.
Ji vir em em dibêjin daxwaza me Sûriyeya nenavendî ya demokratîk e ku rûmet û edaletê ji bo tevahiyan mîsoger bike û mafên destûrî yê hemû pêkhateyan nas bike.
Şêx Murşid bal kişand ser berxwedana QSD’ê jî û got; QSD’ê misogeriya rasteqîn a parastina vê axê û gelê wê ye.



