Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, erişa li gundewarên Dêrazorê têk bir û oprasiyonek paqij kirina derderoa çemê Firatê da dest pê kirin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê daxuyniyek da û got:
Roja Îniyê, piştî nîvro çekdarên li ser qeykekî bûn, çemê Firatê derbas kirin.
Çekdarên çem derbas kirin , bendeke hêzên me ya li bajarokê El Cezarat yê navçeya El-Kesra, kir hedef.
Yekser hêzên me bersiva êrişan dan û şer derket, lê di demek kurt ew şer rawestiya.”
QSD’ê destnîşan kir ku çekdarên erişkar revaiyan û tu zirarên canî di nava hêzên wan de çênebûn.
Her wiha QSD’ê diyar kir ji bo paqij kirina derdora çem Firatê û navçeyê oprasiyonek dan dest pê kirin.
Di dawiyê de QSD’ê teqez kir ku ewê bersivên tund bidin êrişan û rê nedin tu alîyekî, aramî û ewlehiya niştecihan têk bibe.



