Li gundên bakur û rojavayê Siwêdayê 20 cenazeyên cuda yên şêniyan hatin dîtin.
Li dijî bajarokê Necranê jî êrişeke çekdarî ya nû pêk hat.
Têkildarî mijarê çavkaniyên bijîşkî ji Siwêdayê ragihandin:
“Di nava wan 4 cenazeyên jin, 20 cenaze gihiştin Nexweşxaneya Neteweyî ya Swêdayê.
Cenaze ji aliyê Tîmên Heyva Sor a Sûriyê ji gundên Lahisê, Elmetûna û wolgayê li bakur û rojavayê Parêzgeha Swêdayê, hatin dîtin.”
Çavkaniyan diyar kirin ku cenaze pûç bûbûn, hin ji wan jî şewitî bûn.
Her wiha hate destnîşan kirin ku hin şêniyan xizmên xwe bi rêya cilên wan nas kirin.
Di texmîna bijîşkan de jî cenaze ji kesên niştecihên gundên nav bûriye.
LI aliyekî din, dizgehên ragihandin ji Siwêdayê diyar kirin ku êrişên çekdarî li dijî bajarokê Necran yê rojavayê Swêdayê, pêk hat.
Êriş ji deverên di bin kontrola çekdarên Hikûmeta Veguhêz ve pêk hatin.



