Xebatên Komîsyona ku li Meclîsa Tirkiyê di çarçoveya pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de hatiye avakirin, dest pê kir.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amed Ercan Yilmaz da zanîn ku Divê komîsyon bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û got:
”Divê komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêk Kurd û girtiyên siyasî a li Meclîsê hatiye avakirin wêrek tevbigere”.
Di 5’ê Tebaxê, Komîsyona ku li Meclîsa Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de hatiye avakirin, civîna destpê lidar xist.
Derbarê mijarê de, Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amed Ercan Yilmaz axivî.
Yilmaz diyar kir ku ev pêvajo ji bo çareseriyeke demokratîk firsendeke girînge û got:
Em ji nû ve destpêkirina pêvajoya muzakereyan bi kêfxweşî pêşwazî dikin.
Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe, bi demokrasiyê çareser dibe.
Ercan Yilmaz: Divê pirsgirêka girtiyên siyasî ji aliyê komîsyonê ve bê çareserkirin
Yilmaz destnîşan kir ku behskirina Devlet Bahçelî ya ji bo şert û mercên azadiyê yên Rêber Apo û banga Rêber Apo ya ji bo fesixkirina PKK’ê pêvajo gihandiye qonaxeke nû û wiha bi lêv kir:
Divê komîsyon çarçoveya dîrokî bi baldarî bigire dest:
Binpêkirinên mafên li dijî Kurdan ji damezrandina Komarê vir ve, polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexeyên li ser ziman di bingeha pirsgirêkê de ne.
Yilmaz, pêşniyar kir ku ji bo çareseriyek mayînde, pirsgirêkên wekî windakirinên bi zorê, girtinên siyasî û binpêkirinên mafê dengdanê divê ji hêla komîsyonên din ve werin çareser kirin û got:
Divê civaka sivîl, baro, zanîngeh û parêzvanên mafên mirovan di pêvajoyê de cih bigirin.
Ercan Yilmaz: Divê komîsyon bi Rêber Apo re hevdîtinê bike
Ercan Yilmaz bal kişand ser girîngiya sembolîk a meşandina pêvajoya aştiyê di bin banê meclîsê de û diyar kir ku divê ev mijar bi beşdariya hemû partiyên siyasî, ne tenê partiya desthilatdar, were çareserkirin û wiha anî ziman:
Ji ber dewlet hêj gavên pêbawer neavêtiye di nava gel de fikar hene.
Biryara fesixkirina PKK’ê hinceta dewletê ya ji bo avakirina “hawîrdorek pevçûnê” ji holê rakir; tenê pêkanîna qanûnên heyî jî dikare rê li ber gelek binpêkirinên mafên mirovan bigire.
Di dawiyê de Ercan Yilmaz, anî ziman ku divê komîsyon gavên wêrek bavêje, bi Rêber Apo û hemû aliyên ku dikarin di çareseriyê de rolek bilîzin re hevdîtin bikin.



