Hêzên Îsraîlê carek din derbasî nava axa Sûriyê bû.
Îsraîlê li gundewarê Quneyterayê bendên kontrolê danîn.
Îro, hêzên Îsraîlê li gundewarê başûrê Quneytrayê ketin nava axa Sûriyê.
Li gorî agahiyan, 5 wesayîtên leşkerî yên ku leşker barkirî bûn, ji baregeha Tel El Ehmerê ber bi rêya Rafîd-El Eşayê ve çûn û bendeke kontrolê danî.
Hêzek din a ji 5 wesayîtên leşkerî pêk tê ket nav bajarokê Ruweyhina yê li gundewarê Quneytrayê û bendeke kontrolê ya demkî danî.
Duh jî hêzên Îsraîlî êrişên xwe yên hewayî li başûrê Sûriyê jî zêde kirin.
Belafireke bê mirov ya Îsraîlê baregehek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê El Selam li gundewarê Quneytrayê bombebaran kir, balafirên keşfê jî li asîmanê herêmê geriyan.



