Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin têkildarî pêşeroja şerê li Ûkraynayê wê di 15’ê Tebaxê de li Alaskayê bicivin.
Hevdîtin, piştî daxuyaniya Trump a li ser medyaya dijîtal ji aliyê Kremlînê ve jî hate piştrastkirin.
Berdevkê Kremlînê da zanîn ku ji ber nêzîkbûna Alaskayê ya ji bo axa Rûsya cihê hevdîtinê ‘tercîheke baş e’.
Trump, di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinê de diyar kir ku ji bo bidawîbûna şerî dibe ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ”pevguhertina hin xakan” were kirin.
Li gorî çavkaniyên Koşka Spî rêveberiya DYE’yê hewl dide ku serokên Ewropayê qanih bike ku li ser lihevkirineke ku Rûsya temamiya herêma Donbasê û Kirimê di destê xwe de bigire.
Lê belê Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski beriya niha hemû pêşlihevkirinên ku tawîzên xakan weke şert nîşan didin, red kiribûn.
Trump bal kişand ser ihtîmala lihevkirina her sê aliyan û got:
”Serokên Ewropayê daxwaza aşitiyê dikin, Serok Putin daxwaza aşitiyê dike û Zelenski jî daxwaza aşitiyê dike.”
Lê belê detayên hevdîtinê nehatine eşkerin ku nayê zanîn wê Zelenski jî çawa beşdarî hevdîtinan bibe.



