Piştî çûna wezîrê karê derve ya Tirkiyê Hekan Fîdan ji Şamê re û hevdîtina wî bi El Şeri re,
Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê xwe ji civîna Parîsê ya ku wê di navbera Hikûmeta Veguhêz û rayedarên Rêveberiya Xweser bihate lidarxistin, vekişand.
Li gorî nûçeya ku ajansa nûçeyan a dewletê SANA’yê spartî çavkaniyên hikûmetê, Hikûmeta veguhêz ragihand ku ew ê beşdarî hevdîtina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser re ya li Parîsê nebe.
Çavkaniyên hikûmetê biryara vekişînê, weke hinceta biryarê Konferansa yekhelwestiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê nîşandan.
Ku di vê Konferansê de tê îdîakirin ku QSD’ê peymana 10’ê Adarê ya bi Şamê re binpê kiriye.
Çavkaniyê hikûmetê diyar kir ku ew ê bi aliyeke ku armanc dike “dema herêmê ya berê zindî bike” re tevlî muzakereyan nebe.
Al-Monîtor jî ragihand ku hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ji ber zextên Tirkiyê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya.



