Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê bi daxuyaniyekê piştrastkir ku di nava hêzên wan de tu kesên ku bi tawana terorê biryara girtinê li dijî wan hatiye dayîn, tune ne.
Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ragihand ku di nava hêzên wan de tu kesên ku ji aliyê dadgehên navneteweyî ve bi tawanên terorîzmê biryara girtinê li dijî wan hatiye dayîn, tune ne.
Meclisê diyar kir ku ew bi Koalîsyona Navneteweyî re di nava têkiliyan de ye û xwe wek beşeke wê dibîne.
Her wekî da zanîn ku mîsyona wê tenê parastina niştecihên Siwêdayê û ji bo pêkanîna qanûn, edalet, wekhevî û aştiyê hemahengiya bi hêzên navneteweyî re ye.


