QSD’ê diyar kirin ku êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser herêmê li dijî peymana 10’ê Adarê ne û daxuyand ku ji bo parastina sivîlan ew amade ye tedbîran bigire.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di demekê de ku gelê Sûriyeyê tevahî aliyên pabend li benda çareseriya aştiyane û aramiyê li tevahiya erdnîgariya Sûriyê ne, hin komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin ên di bin sîwana hikumeta Şamê de, li gelek deveran wekî Dêra Zor, Dêr Hafir, Bendava Tişrînê û Til Temirê bi bomdarî agirbestê binpê dikin.
Dîsa jî derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê tevgerên metirsîdar hene.
Ev hemû li dijî peyama di navbera rêveberiya her du taxan û rêveberiya Şamê de ne ku di 1’ê Nîsana îsal de hatibû îmzekirin.
Komên çekdar ên navborî zêdetirî 22 caran bi çekên giran û bi bejahî ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve kirin.
Her wiha hewl dan çemê Firatê derbas bikin da ku êrişî nuqteyên hêzên me yên li Dêra Zorê bikin.
Di encama êrişan de zêdetirî 11 sivîl birîndar bûn û zirarên mezin li qadên sivîlan bûn.
Ev êriş bi peyama di navbera birêz Ehmed El Şeri û fermandarê giştî yê hêzên me Mazlûm Ebdî de nakok e, nemaze ku cewherê vê peymanê agirbesta giştî, parastina sivîlan û pêşxistina derfetên çareseriya siyasî ye.
Ji ber baweriya me ku aramiya li Sûriyê hewcedarî tevkariyeke rasteqîn û berpirsyariya tevkar a hemû aliyan e, me di dirêjahiya dema borî de xwe ragirt, tevî êrişan jî me aramî parast.
Di demekê de ku pêdiviya Sûriyeyê bi diyalogê heye, lê dewamkirina êrişan baweriyê tehdît dike û lihevkirinê ber bi têkçûnê ve dibe û hişmendiya şer zindî dike, hikumeta Şamê jê berpirsyar e.
Em bang li hikumeta Şamê û komên girêdayî wê, komên ku destekê ji Tirkiyeyê digirin, dikin ku tavilê tevahî binpêkirinan rawestînin û pabendî bendên peymanê bin.
Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku binpêkirinan rawestînin û ji bo mîsogeriya rêzdariya li peymanan bixebitin.
Ji bo Sûriyeyeke ewle û aram destê me ji diyalog û tevkariyê re vekirî ye, ji bo parastina ewlehî û mafên gelê xwe em amade ne tevahî tedbîran bigirin.”



