Li Amedê komxebata aştiyê hate lidarxistin. 50 Rêxistinên sivîl beşdarî civînê bûn û li ser girîngiya tevlêbûna pêvajoya aştiyê niqaş hate kirin.
Komxebat bi pêşengiya Tora Aştiyê ya Rexneyî hate lidarxistin.
Kesên di civînê de axivîn girîngiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxandin û wiha gotin,
“Di vê pêvajoya aştiyê de divê her kes bixebite. Pêwîste em bi hevre aştiya civakî ava bikin.
Divê civaka sivîl di pêvajoya aştiyê de bi awayekî çalak bi rola xwe rabe.
Ji ber pirsgirêka kurd zêdeyî 50 hezar caran maf hatin binpêkirin û herî kêm nêzî milyonek kes bi rengekî giran ji vê pêvajoyê bandor bûn.
Divê ji bo avakirina aştiyê, nêzîkatiyeke berfireh a ku hemû beşan temsîl dike, were nîşandan.”



