Di merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Amed Qamişlo de, şêniyên bajarên Girkê Lege, Cîlaxa û Til Koçerê soza berdewamkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan dan.
Merasîm bi deqeyk rêzgirinê dest pê kir. Piştre şervanê QSDê Egîd Botan der barê fedekariya şehîdan de axivî û diyar kir ku “destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin bi saya xwîn û têkoşîna şehîdan de pêk hatine.”
Botan wiha zêde, “Şehîdan ewlehî û aramî li herêmê pêk anîn, em ê li pey şopa wan bin.”
Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Girkê Legê Hiznî Ebûzêd, got, “Em îro li vî cihê pîroz ku şehîdên me yên azad hembêz dike kom bûne, û em soz didin şehîdên xwe ku em ê nehêlin kes ewlehî û aramiya herêmên me têk bibe. “
Endamê Meclîsa Bajarê Til Koçerê Selah Kino jî axivî û got, “Şehîd Saadî Xeyrallah Ellawî bi wêrekî li eniyên pêş şer kir û axa xwe û gelê xwe parast, canê xwe feda kir da ku gelê wî azad û ewle bijî. Em jî soz didin wî ku heta serkeftinê li ser rêya şehîdan têbikoşin. “
Piştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi durişmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.



