Li Tel Avîv a paytexta Îsraîlê bi deh hezaran kesî bi meşekê xwestin şerê li Xezeyê bi dawî bibe û dîl girtî bên berdan.
Ev meş piştî eşkerekirina plana Îsraîlê ya ji bo dagirkirina bajarê Xezeyê hate lidarxistin.
Forûma Malbatên Dîlgirtiyan ragihand ku 100 hezar kes beşdarî meşê bûn.
Di meşê de wêne û pankartên dîlgirtiyên di destê Hamasê de hatin rakirin û bang li hikumetê hate kirin ku ji bo berdana wan bikeve nava tevgerê.
Malbatên dîlgirtiyan ên tevlî meşê bûn, hişyarî dan ku operasyona leşkerî wê jiyana dîlgirtiyan bixe metirsiyê.
Hamasê beriya niha ragihandibû ku 49 dîlgirtî di destê wan de ne, ku tê texmînkirin 22 ji wan sax in û plana dagirkirinê jî weke ‘fedakirina dîlgirtiyan’ bi nav kir.
Niha ji sedî 75 ya Xezayê di bin kontrola artêşa Îsraîlê de ye. Neteweyên Yekbûyî dibêje, zêdeyî 2 milyon mirov bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ne.



