Wê sibe li Urdinê, derheqê rewşa Siwêdayê û tevahiya rewşa Sûriyê de, civîneke girîng were lidarxistin.
Wezareta Derve ya Uurdinê ragihand ku dê sibe civîneke sêalî di navbera wan, Amerîka û Hikûmeta Veguhêz de li Emanê pêk were.
Rojnameya El-Qudis El-Erebî got ku dê civîn derheqê rewşa Siwêdayê de be.
Li gor wê, hewldan hene ku Şêx Hikmet El-Hicirî û rûspiyên durziyan jî beşdarî wê civînê bibin.
Heta niha jî nayê zanîn bê wê nûnerên Civaka Durziyan biçe yan na, nexasim ku texmîn hene Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz Esed Şêbanî jî beşdar nebe.



