Medya Erebî ragihand ku duh di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezayê de, 4 rojnemevanên kenalê El Cezîre, hatin kuştin.
Li gorî medya Erebî belavkirî, duh çadirek ya rojnamevanan ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate bombebarankirin û di encamê 4 rojnemevan ku karmendên kanalê El Cezîre bûn, hatin kuştin.
Hate ragihandin ku her du peyamnêrên El Cezîreyê bi navê Enes Şerîf û Mihemed Qereyqa, her du wênegir jî bi navê Îbrahîm Zahir û Mihemed Newfel hatin kuştin.
Piştî bombebaranê çend saetekê, artêşa Îsraîlê belav kir ku di bombebaranê de Enes Şerîf ku ‘bi endamtiya Hemasê’ dihat tawanbarkirin, hedef girtiye.
Her wiha hate destnîşankirin ku ‘Enes Şerîf, ku wekî rojnamevan dihat nasîn, di rastiyê de serokê şaneyek ya Hemasê û berpirsê yekîneyeke mûşekî bû’.



