HPG’ê salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir:
HPG’ê bi vê bûneyê fermandarên şehîd Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî bi bîr anî.
HPG’ê diyar kir ku di 15’ê Tebaxê de bi fîşeka destpêkê şerê me yê hebûn û azadiyê dest pê kir û got: “Di sala 42’emîn a têkoşînê de em ê meşa Egîdbûnê bêteredût dewam bikin”.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 15’ê Tebaxê cejina vejînê pîroz kir.
HPG’ê bi vê bûneyê di şexsê fermandar Egîd de fermandar Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
HPG: Di 15’ê Tebaxê de şerê me yê hebûn û azadiyê destpê kir
Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin di nava wan şert û mercan de pêk hat ku ziman, nasname û hebûna Kurdan dihate înkarkirin, hemû nirxên wê pêşkêşî talankariyê hatibû kirin û Kurdistan bi temamî di bin dagirkerî û tarîtiyê de bû.
Pêngava dîrokî ya Rêber Apo, avabûna PKK’ê, pêxistina agirê berxwedanê û Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de, bû bingeha Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an.
HPG’ê da zanîn ku bi ‘Fîşeka Destpêkê’ re ku ji bo parçekirina mêtingeriya giran a li ser gelê Kurd bi pêşengiya Fermandar Egîd di 15’ê Tebaxê de hate teqandin, şerê me yê hebûn û azadiyê destpê kir û wiha anî ziman:
Gelê me ku bi îradeya Apoyî xwe ji xweliyên xwe jinûve afirand, bi têkoşîna xwe ya mafdar û rewa zincîrên koletiyê şikand, paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê kir ku bê navber dewam kir.
HPG: Sala 42’an pêvajoyeke şoreşgerî afirand
HPG’ê diyar kirku Pêngava 15’ê Tebaxê li gel aliyên xwe yên leşkerî yên gelekî serketî û encamgir, di nava gelê Kurd de jî vejîna civakî û neteweyî pêk anî, hêvî û baweriya bi azadiyê afirand û got:
Têkoşîna dîrokî ku li ser bingeha vê bawerî û hêviyê hate meşandin, 41 sal li pey xwe hişt û kete sala 42’an, li Kurdistanê rê li ber şoreşa civakî, zîhnî, çandî û azadiya jinê vekir.
Şoreşa Vejînê li her devera ku Kurd lê ne ji aliyê fikrî, civakî û demokratîk ve pêvajoyeke şoreşgerî bi xwe re anî.
Jinên Kurd ên Azad ku bi Şoreşa Vejînê re rabûn ser piyan îro bûne îlham ji jinên cîhanê re.
Ev pêşketinên ku ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘şoreşa di nava şoreşê de’ hate pênasekirin, Kurdîtiyeke nû ya ku her kes êdî bi serbilindî xwedî lê derdikeve, mirovê Kurd ê azad, nirxên bilind, hişmendî û ruhê azad ê Kurd afirand.



