Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li merasîma xiyabî ya fermandarên HPG’ê Nûredîn Sofî û Koçero Urfa û têkoşer Bextiyar Gabar bûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê merasîma xiyabî ya şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) Nûredîn Sofî û Koçero Urfa û têkoşer Bextiyar Gabar li pakrewangeha şehîdên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist.
Di merasîmê de rêveberê Meclisa Giştî ya herdu taxan Îbrahîm Hisên û rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê Mehmûd Mardinlî li ser têkoşîna hersê şehîdan axivîn û soza domandina rêya wan dubare kir.
Merasîm bi siloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.



