Di êrişeke bi balafira bêmirov a xwekuj de ya li dijî taxên xaleke ewlekariyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.
Nûçegihanê me da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi balafireke bêmirov a xwekuj li dijî xaleke ewlekariyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li derdora taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê êriş pêk anî.
Hat diyarkirin ku êriş êvara îro pêk hat û di encamê de 2 endamên hêzan birîndar bûn.



